Pirsgirêkên Navendên Rehabilîtasyona Taybet

24.04.2017

1 Yorum

Pirsgirêkên Navendên Rehabilîtasyona Taybet

Li ser pêkanînên Ji Kesên Kêmandam Re Piştgiriya Perwerdehiyê, rêxistinên kêmendaman û rêvebirên herêmî yên Wezareta Perwerdehiyê nîqaşan dikin.

Li Tirkiyeyê pêkanînên “ji bo kesên kêmendam piştgiriya perweredehiyê” di sala 2005an de destpê kir. Heta wê demê tenê zarokên xwedî ewlehiya sosyal dikaribûn perwerde bibûna.

Pêkanîna nû bi “Qanûna 5378 ya der barê Kêmendaman de û Guhertina Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnê de” di 1ê Tîrmeha 2005an de hat guhertin û di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Bi pêkanîna nû ve kesên %20 û jortirê wî kêmendam bin, êdî xwedî mafê perwedehiyê bûn.

Hejmara navendan sê qat zêdetir bûn

Bi vê pêkanînê ve hejmara navendên perwerdehiya taybet û rehabilîtasyonê zêdetir bûn. Kesên navenda rehabilîtasyona taybet vekirine mal bi mal geriyan û kesên kêmendam tespit kirin, ji wan kesan re bo wergirtina rapora kêmendamtiyê alîkar bûn. Bi vî awayî hejmara xwendekaran jî gelek zede bû.

Li gorî agahiyên Mudurtiya Kalepîr û Kêmendaman ya Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî, di navbera salên 2006-2007an de hejmara xwendekarên kêmendam 131 hezar û 206 e. Piştî heşt salan (2014-105) ev hejmar sê qat zêdetir bû û gihişte 349 hezar û 681an.

Li gorî agahiyên Wezareta Perwerdehiyê di sala 2017an de hejmara navendên rehabilîtasyona taybet bûye 2 hezar û 30. Di van saziyan de 333 hezar û 280 xwendkar tên perwerdekirin.

Ji bo navendan 12 milyar TL

Wezîrê Perwerdehiyê Îsmet Yilmaz li meclisê dema diyarkirina “butçeya 2017an” de axivî û got ku ji 2016an vir ve butçeya ku ji navendên rehabilîtasyona taybet re hatiye şandin 12 milyar û 188 milyon û 990 hezar TL ye.

Mufredat û Peredayîn

Li navendên rehabilîtasyona taybet de ji bo kesên xwedî rapora zêdetirê %20an kêmendam in re mehê 8 saet perwerdehiya ferdî û mehê çar saet jî bi bernameya komî ve tên perwerdekirin.

Ji bo her keseke kêmendam re, dewlet her meh bo perwerdehiya ferdî 509 TL, bo perwerdehiya komî jî 143 TL pere dişine ji navendan re.

Mufredat û Neçûyîn

Ji navendan re piştgirîdayîna aborî li gorî hejmara xwendekarê beşdarê dersan dibin ve diyar dibe. Weliyê xwendekaran jî ji bo zarokên wan beşdarê dersan dibin, belgeyek îmze dikin.

Mufetişên girêdayê Wezareta Perwerdehiyê, ji hêla mufredat û derdora avahiya navendê ve kontrolan dikin. Lêbelê nikarin çûn û neçûna xwendekaran bişopînîn. Heta ku weliyên xwendekaran gilî nekin, nikarin çûn û neçûna dersan tespit bikin.

Bêûsûlî

Bi zêdeyî di warê sextekariya ewraqan de, ji bo perestendina ji dewletê bi derewî heyî nîşandana xwendekaran ve bêûsûlî tên kirin.

Nûçeyên derbarê bêûsûliyên li navendên rehabîlîtasyon û perwerdehiya taybet, di medyayê de jî cih digire. Di sala 2011an de li 5 bajaran bi tewanbariya nerêtiyê avêtin bi ser navendan ve. Polîsan gelek kesan binçav kirin.

Polîsan di 2012an de jî li Edirneyê avêtin ser 4 navendan, dest danîn ser ewraq û komputeran û der barê mudirên navendan de lêpirsîn hatin kirin.

Sozên dayî

Ji ber ku li navendan zêdeyî bi helwesta bazirganiyê serdest e û weliyên xwendekaran jî, bo berjewendiyên piçûk di nav vê yekê de cih digrin; bêûsûlî tên kirin.

Tê gotin rayedarên navendan bi komir û pere weliyan dixapînin, îmze ji wan digirin ku zarokên wan ên kêmendam weke perwerde bûye bê nîşandan.

Ji bo mînakê, em dikarin bûyerekê di sala 2012an de bînin ziman. Li Peyaz Amedê zarokeke li navendê qeydkirî canê xwe ji dest dide. Navend, heta 3 mehan zarokê mirî, nişan dide ku beşdarê dersan bûye û ji wezaretê pere digire. Li ser gilîkirina malbatekî ev yek derdikeve holê.

Perwerdehî kare dewletê ye

Endamê Desteya Rêveberiya Federasyona Koran ya Altinoktayê û Serokê Şaxa Amedê Mehmet Akîf Karakaş dibeje bêûsûlî li gelek deverên Tirkiyeyê pêk tê.

“Yên ku karen xwe baş dikin hene. Lêbelê yên dibêjin ez ji xwe re ‘100-200 xwendekar bibinim û ji dewletê pere bigirim’ jî hene. Divê bi lezginî piştrastkirin pêk were. Bila perwedehî ji hêla dewletê were kirin.”

Berpirsyarî di stuyê me hemûyan de ye

Li gorî Serokê Şaxa Amedê ya Komeleya Kêmendamên Bedenî Omer Aksan, di sala 2015an de li Amedê 125 hezar kesên kêmendam hene.

“Li gorî giliyên tên kirin wezîfaderên navendan, ji kesên kêmendam re dibêjin ku em ê mehê 100 tl bidin we û ne hewce ye ku hûn werin wir jî. Em nikarin mudaxele bikin. Me vê yekê ji rayedaran re jî negot. Ji ber ku wê me bikin hedef. Ege em gilî bikin, dibe ku ew saziyan were girtin jî.”

“Eger mabatên kêmendama vê mafê xwe nefiroşin, ew navend nikare vê yekî li kesekî din bike. Divê malbat bêûsûliyan ji rayedaran re ragihîne. Ev berpirsyarî li ser me hemûıyan e.”

Navend û Malbat

Serokê Komaleya Hemû Kêmendamên Çewlikê Îdrîs Canli jî, ji bo çareseriya pirsgirêkan malbat û navendan nîşan dide.

“Li bajarên piçûk yên weke Çewlikê her kes hev nas dike. Navendan ji malbatan re dibêjin “Rapora zarokê bidin me. Em ê her meh bi komir, debar û pereye ve alîkarî bidin we”. Raporên zarokên kêmendam kom dikin. Yên ku raporên wan nîn e jî, bo wan rapor derdixin. Vê yêkê kirine bazirganî.”

Canli dibêje ku nûnerên navendan ji bo peydakirina xwendekaran, bere xwe didin gundan û malbatên feqîran û wiha got:

“Weliyên ku ji mafên xwe agahdar nîn in û xwendekar nîn in zû îkna dibin. Malbat ji bo 4-5 torbe komir, koliya xwarinê an mehê 100-150 tl pere îmza dide ku zarokê/a wan weke diçe dersê were nişandan. Vê yekê gilî jî nakin.”

Wezaret sîstema şopandinê çêdike

Wezareta Perwerdehiyê ji bo şopandina xwendekar û dersdêran dest bi sîstemeke nû dike: Sîstema Nasnameya Biyometrîk.

Di 9ê Kanûna 2016an de bi Biryarnameya Derbarê Sazî û Wezîfeyên Wezareta Karên Perwerdehiyê  guhertin hat kirin ku êdî li navendan bi sîstema nasnameya biyometrîk û qeydkirina kamerayê ve wê bikaribin dersdêr û xwendekaran bişopînin.

Mudirê Giştî yên Saziyên Perwerdehiya Taybet ê Wezareta Perwerdehiyê Kemal Şamlioglu di meha Çileyê de daxuyanî da û got ku wê sîstema nasnameya biyametrîk li hemû navendan were pêk anîn.

Li gorî plansaziyê wê ji 1ê Îlona 2017an şûn de ev sîstem dest pê bike.

Wê bi nasnameya biyometrîk ve çareserî bibe

Mudirê Perwerdehiyê yê Çewlikê Kadrî Engîn dibêje wê bi nasnameya biyometrîk ve xwendekar û dersdêr were şopandin.

“Derbarê çûn û neçûna xwendekaran de belge ji hêla navendan ve tê amadekirin û ji hêla welyan ve tên îmzekirin. Bi vî yekê ve wê hin guman jî ji holê rabe. Wê di sîstemê de were dîtin ku kîjan xwendekar beşdarê kîjan dersê bûye û dersdêr kî bûye.”

Sîstema ‘Damar Okuma’

Alîkarê Mudirê Navenda Lêkolîna Rehbertiyê (RAM) Îzzet Argun got ku bigeha sîstema damarê hatiye çêkirin, agahiyên derbarê xwendekar û dersdêran lê hatiye zêdekirin:

“Li tevahiyê Çewlikê 1700-1800 xwendekar hene. Heta vê deme agahiyên 1200 xwendekar û 30 dersdêran li sîstemê hatiye zêdekirin. Tenê 500 xwendekar man e. Piştî agahiyê wan jî lê were zêdekirin, wê dest bi bikaranîna sistemê were kirin.”

Pêşwextkirin

Çêkirina sistema damarê cara yekem di 2012an de hat rojevê. Dihat payîn ku di 2014an de êdî dest bi sîstemê were kirin û ji bo destpêkê jî 17 bajêr hatibûn bijartin.

Ji berk u hin komele û saziyên kêmendaman bertek nîşanî vê sîstemê kirin, pêkanîn pêşwextê 2015an hat kirin.

Di meha Gulana 2015an de bi biryara girtî ve êdî hat mecbûrîkirin ku sîstema xwendina nava dest li her dere were bikaranîn, lêbelê ev yek heta niha bes li RAMê tê kirin. Navendên perwerdehî û rehabîlîtasyona taybet vê sîstemê jî baş nabîne.

Ewil zarok

Komeleyên kêmendaman dibêjin sîstema xwendina nava dest wê derûniya zarokan xwerab bike. Rêveberiyên navendan jî heman tiştî tînin ziman.

Mudirê Navenda Rehabilîtasyona Bir Umutê ya Çewlikê Mehmet Çapak dibêje sîstema damarê çareserî nîn e û wê pirsgirêkên nû ji ber vê çêbe:

“Li van deran xwendekarên pêwistiya wan bi perwerdehiya taybet hene, perwerde dibin. Ev zarok zehmetiyên gelek mezin dikşînin. Ditirsin. Ji bo her dersê hûn nikarin destê zarokan bidin xwendin. Ev yek wê derûniya wan xerab bike.”

“Hûn nikarin bi kontrolkirinê vê yekê çareser bikin. Ji berk u divê sîstem zarokan nede tirsandin. Bila li dibistanan  sîstema kamerayê were çêkirin. Divê warê de pêngaveke çawa pêk were divê taybetriyên zarokan li ber çavan were girtin.”

İlgili Terimler :

YORUMLAR

Yorum yapabilmek için giriş yapmalısınız.

[…] Haberin Kürtçesi için TIKLAYIN […]

BENZER İÇERİKLER